Li Sûriyeyê piştî Kurdan û Dûrziyan, Elewiyan jî xwe bi rêxistin kirin û xweseriya xwe ragihandin.
Elewiyan xweseriya xwe bi navê Meclisa Siyasî ya Navîn û Rojaveyê Sûriyê ragihandin.
Ev daxuyanî ji aliyê Rojnamevan Kanan Weqaf ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku meclis ji bajarên Lazîqiye, Tartûs, Hims, hin beşên Hemayê û Deşta Xabê pêk tê.
“Ji ber parçekirinên Hikûmeta Veguhêz ev însiyatîf hat ragihandin”
Her wiha hat destnîşan kirin ku ji ber Hikûmeta Veguhêz siyaseta parçekirinê bi kar anî, Elewiyan dest bi vê însiyatîfê kiriye.
Di heman demê de hevbeşiya di navbera pêkhateyan de pêwîst e ku gav bên avêtin.
“Hikûmeta Veguhêz pergaleke terorîst e”
Meclisa Elewiyan di daxuyaniyê de Hikûmeta Veguhêz weke pergaleke terorîst a ku dest danî ser desthilatdariyê pênase kir û hate gotin ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî piştgiriya vê hikûmetê dike.
Meclisê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku ew pabendî biryara NY`ê ya bi hejmar 2254 dibin û bang li darxistina kongreyeke nîştimanî ya nû bi çavdêriya NY`yê kir.
“Pergala Federasyonê ji bo Sûriyê çareseriya herî guncew e”
Meclisa Siyasî ya Navîn û Rojaveyê Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de polîtîkaya yek reng a Hikmûta Şamê red kir û ev daxwaz kir:
“Em hikûmeta yekreng a ku dûrxistin û rêgezên olî ji xwe re kirine bingeh, red dikin û bang li komên terorîst dikin ku ji Sûriyeyê derkevin.
Em dibêjin pergala federasyonê, ji bo Sûriyê çareseriya herî guncew e.
Ji ber ku tenê bi rêya vê pergalê Sûriye ji avzêya aloziyan xilas dibe û li ser asta xwecih û herêmî istiqrarê bi dest dixe.”