Netenyahû: Eger Îran êrîşî me bike wê derbeyeke giran bixwe

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu da zanîn ku Îran êrîşî Îsraîlê bike, ew ê derbeyek giran ku ne di bîr û xeyalên Îranê de ye bibîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrtiya Îsraîlê ve hat belavkirin, Serokwezîr Binyamin Netenyahu beriya civîna kabîneyê axivî û da zanîn ku Îran xwe ji êrîşkirina li ser Îsraîlê dûr dike.

Netenyahu wiha got: “Îran êrîşî me nake Îran ji vê yekê dûr dikeve û sedemê vê yekê jî dizane.”

Netenyahu da zanîn ku eger Îran êrîşî Îsraîlê bike, wê derbeyeke giran bibîne û got: “Bêguman dibe ku şaşiyê bike û dîsa jî bikeve wê şaşiyê ku êrîşî me bike.

Wê demê wê derbeyeke ku ti carî hîs nekiriye bixwe.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye