Îran: Amerîkayê rê li ber aloziya Hormuzê vekir û dixwaze cîhan fatûreyê bide

Wezareta Karên Derve ya Îranê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi têkdana deryageriya bazirganî li Tengava Hormuzê tawanbar kir û diyar kir ku Waşîngton dixwaze fatûreya vî şerî bide stûyê cîhanê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tehranê destnîşan kir ku heta berî destpêkirina êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên di 28'ê Sibatê de, herikîna keştiyên bazirganî û enerjiyê bi awayekî asayî dewam dikir. Îran dibêje ku blokada deryayî ya Amerîkayê rasterast deryageriya navdewletî dixe xetereyê û ev şerê neyasayî bûye sedema qutbûna xetên bazirganiyê û bilindbûna bihayê sotemeniyê li seranserî cîhanê.

Berpirsên ewlehiya neteweyî ya Îranê ragihandin ku heta ku Waşîngton tevgera xwe ya leşkerî rast neke û dorpêçê raneke, ne gengaz e ku aramî û derbasbûna azad cardin li vê tengava stratejîk pêk bê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye