YE û Japonya piştgiriya gelê Sûriyeyê kirin

Berpirsên Yekîtiya Ewropa û serokwezîrê Japonyayê piştgiriya xwe ji gelê Sûriyeyê re anîn ziman û daxwaz kirin ku li Rojhilata Navîn aştiyeke mayînde cihê xwe bigire.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Civîna di navbera berpirsên Yekîtiya Ewropa û rayedarên Japonayayê de, duh li Tokyoyê bidawî hat

Di daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevbeş de, her du aliyan bal kişandin ser giringiya destpêkirina pêvajoya aştiyê li Rojhilata Navîn.

Japonya û Yekîtiya Ewropayê piştgiriya xwe ji gelê Sûriyeyê re nîşan dan û daxwaz ji Îsraîl û Îranê kirin ku girêdayî peyman û zagonên navneteweyî bin û nabe aliyek bi serê xwe, li dijî aliyê din gavan bavêje.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nabe Îran bibe xwedî çekên atomî û divê Tehran girêdayî biryarên navneteweyî be.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye