Endama şandeya Îmraliyê ya Partiya DEM'ê Pervîn Buldan, derbarê şert û mercên xebatê yên Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê de nirxandinên girîng ji Medyascope re kirin. Buldan bi bîr xist ku şandeya wan di 13'ê Îlonê de serdana Îmraliyê kiriye û bi Ocalan re hevdîtinek pêk aniye.
"Şibandina vîllayê ti bingehek wê tune"
Buldan bertek nîşanî îdiayên di raya giştî de da ku dibêjin ji bo Ocalan "vîlla" hatiye çêkirin. Buldan anî ziman ku ev avahî tenê wekî cîhekî ku şert û mercên guncav ên xebatê pêşkêş dike hatiye sêwirandin û got:
"Ev avahî amade ye ku birêz Ocalan di nav şert û mercên guncav de di nav pêvajoya heyî de kar û danûstandinên xwe bidomîne. Peyva 'vîlla' ya ku di raya giştî de tê bikaranîn, rastiyê nîşan nade. Şibandina vîllayê di rastiyê de ti bingehek wê tune. Bi rastî, mirov dikare bibêje ku avahiya nû di pratîkê de beşek ji girtîgehê ye."
"Ocalan ji ber kêmasîya tîma xebatê hîn neçûye wir"
Pervîn Buldan bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di pêvajoya bêçekkirin û siyasîkirinê de û wekî "karekî pêvajoyê" pênase kir. Buldan ragihand ku ji bo rêvebirina vê pêvajoyê pêdivî bi dewrgirtina Ocalan heye, lê belê ew hîn derbasî avahiya nû nexuyaye: "Birêz Ocalan hîn neçûye wir, ji ber ku li wê derê hewceyî bi tîmek xebatê dibîne."