Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên xwecihî hatine girtin, hêzên ewlekariyê li bajarê El-Senemîn bi ser malekê de girtin. Di dema serdegirtinê de şerekî giran qewimî û di encamê de endamên bi navên Mistefa Seed El Dîn, Selûm El Misalma û Nail El Sefdî hatin kuştin, her wiha çend endamên din jî birîndar bûn.
Piştî vê bûyera bixwîn, rageşî û nearamî li bajarê El-Senemînê zêde bû. Ji bo kontrolkirina rewşê û parastina ewlekariyê, hêzên peywendîdar biryara qedexekirina derketina derve li bajêr ragihandin.