Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 6 kesên din li Xezeyê ji ber birçîbûnê mirin.
Wezaretê got ku ji destpêka şer ve, hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirine, gihaye 175 kesan, di nav de 93 zarok jî hene.
Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê da zanîn ku kêmbûna sotemeniyê xizmetên nexweşxaneyan xirab kiriye.
Misir wê 2 tankerên mazotê derbasî Xezeyê bike
Televîzyona El Qahîra ya Misrê destnîşan kir ku 2 tankerên, 107 ton mazotê hildigirin, amade ne derbasî Xezeyê bibin.
Ajansa Leşkerî ya Îsraîlê (COGAT) jî da zanîn ku 4 tankerên sotemeniya Neteweyên Yekbûyî derbasî Xezeyê bûne da ku di nexweşxane, nanpêjxane û karûbarên din ên bingehîn de bibin alîkar.
Belçîkayê duh yekem pakêta alîkariyê avêt xezeyê
Wezareta Parastinê ya Belçîkayê ragihand ku hêza hewayî bi Urdunê re duh yekem pakêta alîkariyê avêtiye Xezeyê.
Fransayê jî roja Înê dest bi anîna 40 ton alîkariya mirovî bi balafirê kir.
Nivîsgeha medyayê ya hikûmeta Xezeyê anî ziman ku ji dema Îsraîlê di dawiya Tîrmehê de qedexeyên li ser Xezeyê sivik kirine, nêzîkî 1600 kamyonên alîkariyê gihîştine wan.
Lêbelê, şahid û çavkaniyên Hamasê gotin ku gelek ji wan kamyonan ji aliyê mirovên bêçare û komên çekdar ve hatine talankirin.
li Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê 40 kes hatin kuştin
Hemwext rayedarên tenduristiyê yên Filîstînê gotin ku duh ji ber êrîşên asmanî û gulebaranên Îsraîlê li herêma perava Xezeyê, kesên ber bi xalên alîkariyê ve diçûn di nav de, herî kêm 40 kes hatin kuştin.
konseya ewlekariyê ji bo girtiyên li xezeyê wê civînekê li dar bixe
Balyozê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî Danny Danon jî ragihand ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wê civînek awarte roja sêşemê li dar bixe da ku rewşa girtiyên li Xezeyê nîqaş bike.