Hat ragihandin ku di dema lêgerîna keştiyê de cenazeya du mêran hatiye dîtin; rewşa 14 koçberan giran bûye û yên din jî 85 mêr, jinek û 5 zarok in.
Hat zanîn ku keştiyeke din jî li başûrê rojhilatê girava Lampedusa noqî avê bûye û tenê 10 kes jê hatine rizgarkirin.
Her wiha roja yekşemê jî li Deryaya Spî keştiyeke din jî noqî avê bûbû û di encamê de jinek miribû û zêdetirî 20 kesan jî winda bûbûn.
Roja înê li peravên Lampedusa di operasyonekê de 11 koçber û cenazeya jineke ducanî hatibû dîtin. Tê gotin ku hin rêwiyên keştiyê jî winda ne.
Li gorî agahiyan ji destpêka sala 2025'an ve herî kêm 916 koçber di nav Deryaya Spî de jiyana xwe ji dest dane.