Şerê bi dronan di navbera Rûsya û Ûkraynayê de dijwartir dibe

Hat ragihandin ku tora elektrîkê ya Ûkraynayê ji ber êrîşên rojane yên Rûsyayê, bi giranî zirar dîtiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko îro ragihand ku di êrîşa Rûsyayê ya bi dronê li ser Kîevê de, agir bi avahiyeke niştecihî ya 16 qatî ket xwarê.

Şaredarê Kîevê got ku wan yekser tîmên awarte şandin cihê bûyerê.

Di heman demê de, li gorî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, pergalên parastina hewayî ya Rûsyayê di şevekê de 48 dronên Ûkraynayê li ser axa Rûsyayê xistine xwarê.

Her wiha Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy duh diyar kir ku şerê di navbera wan û Rûsyayê de nêzîkî 4 salan dibe, bi wê re şer dijwartir dibe û di nav pêla sermayê de rewş xirabtir dibe.

Volodymyr Zelenskyy destnîşan kir ku tîmên elektrîkê bi hefteyan e dixebitin da ku tora elektrîkê bixebite.

Hat ragihandin ku tora elektrîkê ya Ukraynayê ji ber êrîşên dubare yên Rûsyayê bi giranî zirar dîtiye.

Zelensky got, "Rewş niha li her derê dijwar e. Rûsya jî bidawîanîna vî şerî wekî ne xema wan e nîşan bidin, êrîş berdewam dikin û parastina me jî berdewam dike."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye