Li Kordofanê di êrişeke dronê de 15 zarok hatin kuştin

Di êrişa dronekê de li kampeke penaberan a li Sûdanê herî kêm 15 zarok hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ku agahiyên xwe dispêre raporên meydanî, êrîş li kampeke penaberan a li bajarê El Sunut ê li wîlayeta Kordofana Rojava pêk hat.

 

UNICEFˊê da zanîn ku êrîş roja duşemê pêk hatiye, lê aliyên berpirsiyar destnîşan nekirin.

 

Her wiha anî ziman ku agahiyên heyî diyar dikin ku hejmarek ji zarokan ji ber êrîşa rasterast a li dijî kampê hatine kuştin.

 

Li wîlayeta Kordofana Roajva peywendî qut bûne, Hêzên Piştevaniya Lezgîn piranîya deverên wê kontrol kirin.

 

Darfur û Kordofan hîn jî mezintirîn krîza mirovî ya cîhanê dijîn.

 

Hîn jî tundûtûjî belav dibe û gef berdewam dikin.

 

Di van mehên dawî de 100 hezar kes li Kordofanê koçber bûne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye