Bi pêşengiya Fransa û Erebistana Siûdî bi dehan wezîrên derve îro li NY'ê ji bo konferansek taybet a ku armanca wê pêşxistina çareseriya du dewletan e, dicivin.
Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî civînê boykot dikin.
Civîn saet 5'ê êvarê dest pê dike û di bin siya daxuyaniya Serokê Fransayê Emmanuel Macron a naskirina dewleta Filistînê de tê lidarxistin.
Di heman demê de, nûnerê Filîstînî li NY'ê Riyad Mansûr got ku konferansa ku ji hêla Erebistana Siûdî û Fransayê ve tê lidarxistin wê bingehê ji bo 10 welatên din, ji bilî Fransayê deyne da ku nûkirina biryara dabeşkirina 1947'an nas bikin.