Şewata li daristanên Bursayê derketiye ku heya niha 4 kesan jiyana xwe ji dest dane gûmanên rantê hene.
Li gor nûçeya Cumhuriyetê qada ku lê şewat derketiye beriya niha ji aliyê Şarederiya Yildirim ve wek qada kana keviran hatiye diyarkirin û belgeye “ÇED hewce nake” girtiye.
Qada ku dı 2024’an wek qada kanê hatibû amadekirin de derketina şewatê gelek pirsan bi xwe re anî.
Beriya niha jî dihat îddîa kirin ku ev şewat bi zanebûn hatiye derxistin. Bi bandor mûdexale nekirina hikumetê ya li van şewatan jî ev demeke ji aliyê muxalefetê ve tê rexnekirin.
Serokê Şaxa Bursayê ya Odeya Mîmarên TMMOB’ê Şîrîn Rodoplu Şîmşek destnîşan dike ku ev şewat bi zanebûn nehatibe derxistin jî xeteri heye ku ev şewat wek frsend were dîtin û ev qad ji hin şîrketan re were vekirin.
Di vî şewatî de heya niha sê ji ber qazaya tankerê avê û yek jî ji ber di nav şewat de qeyrana dil derbas kir 4 kesan jiyana xwe ji dest da.