Duh li Washingtonê civîna yekem a "Konseya Aştiyê" ji bo ji nû ve avakirina Xezeyê, hat lidarxistin.
Konse bi piştevaniya berfireh û sozdayîna darayî ya mezin hate destpêkirin.
Civîn bi beşdariya 47 dewletan, bi amadebûna YE’yê weke çavdêr hat lidarxistin.
Di civînê de girîngî ji bo ji nû ve avakirina Xezayê û peydakirina aramiyê hat dayîn.
Ji bo ji nû ve avakirinê, dewletan û di nav de jî dewletên Kendavê soz daa ku zêdetirî 7 milyar dolar bidin.
Amerîkayê jî got ku ew ê 10 milyar dolar bide.
Di destpêka civînê de Serokê Amerîkayê Donald Trump axivî û got ku tiştek ji aştiyê girîngtir nîn e, şer ji aştiyê pir buhatir e û wiha lê zêde kir:
“Rewş li Xezeyê aloz e, aştî ne hêsan e, lê ev encumen dê tiştên mezin bi dest bixe.
Hamas dê erkên xwe yên di bin peymana Xezeyê de bicîh bîne, an em ê bi tundî bi wan re tevbigerin.
Hamas soz da min ku ew ê çekên xwe radest bikin.”
Donald Trump diyar kir ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) 2 milyar dolar ji bo piştgiriya Xezeyê berhev dike.
Di heman demê de FIFA dê ji bo projeyên têkildarî futbolê li Xezeyê 75 milyon dolar berhev bike.
Trump rave kir ku Japonya dê ji bo welatên herêmê çalakiyek berhevkirina pereyan li dar bixe
Her wiha got ku ew bawer dike ku Çîn û Rûsya dê beşdarî hewldanan bibin.
Her du welat jî hatine vexwendin ku tevlî "Konseya Aştiyê" bibin, lê tevlî nebûn.
Trump 5 welatên ku dê leşkeran bişînin Xezeyê diyar kir
Hate ragihandin ku Kazakistan, Azerbaycan, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, Mexrib, Behrên, Qeter, Erebistana Siûdî, Ozbekistan û Kuweytê ji bo piştgiriya hewldanên alîkariyê li Xezeyê zêdetirî 7 milyar dolar dane.
Her wiha Endonezya, Mexrib, Albanya, Kosova û Kazakistan dê leşker û polîsan bişînin Xezeyê.
Wê Misir û Urdun jî, perwerde û piştgiriya hêzek polîs a Filistînî ya pir pêbawer ava bikin.