Konseya Yekîtiya Ewropayê, Sipahê Pasdarên Îranê xiste lîsteya terorê

Konseya Yekîtiya Ewropayê di civîna xwe ya roja 19'ê sibatê de, bi fermî Sipahê Pasdarên Îranê xiste lîsteya terorê. Di bersivdayîna vê biryarê de, Wezareta Parastinê ya dewleta Îranê "sûcdarkirina" Sipahê Pasdarên Îranê, wekî "bêwate" bi nav kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Konseya Yekîtiya Ewropayê bi fermî Sipahê Pasdarên Îranê xiste lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê.

 

Ev gaveke ku cemidandina mal û milkên vê hêzê û qedexekirina her cure fînansekirinê jî, dihewîne.

 

Konseya Yekîtiya Ewropayê roja 19'ê sibatê, ragihand ku ev biryar piştî rêkeftineke siyasî ya ku di civîna Konseya Karûbarên Derve ya di 28'çileyê de hatiye bidestxistin, tê.

Li gorî vê biryarê, di çarçoveya sîstema cezayên dijî-terorê ya Yekîtiya Ewropayê de, dê Sipahê Pasdarên Îranê rastî tedbîrên sînordarker werin.

 

Ev tedbîr cemidandina fon, mal û milkên wê yên darayî û çavkaniyên aborî yên li welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, vedihewîne.

 

Wezareta parastinê ya dewleta Îranê ev biryar şermezar kir

 

Di 28'çileyê de, Wezîrên Derve yên welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê, li hev kirin ku Sipahê Pasdarên Îranê, di lîsteya rêxistinên terorîst de cih bigire.

 

Di 29'ê çileyê de, Wezareta Parastinê ya dewleta Îranê biryara Yekîtiya Ewropayê ya destnîşankirina Sipahê Pasdarên Îranê wekî rêxistineke terorîst şermezar kir.

 

Wezaretê "sûcdarkirina" Sipahê Pasdarên Îranê wekî "bêwate" bi nav kir û got:

 

 

"Serweriya neteweyî yekpar e û nayê parçekirin.

 

Her wiha ti beşek ji wê nikare wekî terorîst were hesibandin."

 

 

Komarên ku Sipahê Pasdaran rêxistineke terorîst bi nav kirine

 

Têkildarî vê mijarê, Behrên, Erebistana Siûdî, Amerîka, Paraguay, Kanada, Ekwador, Awistralya û Arjantîn Sipahê Pasdarên Îranê wekî rêxistineke terorîst bi nav kirin.

 

Bi vî awayî, heke Yekîtiya Ewropî jî lê were zêdekirin, dikare were gotin ku Sipahê Pasdarên Îranê, ji bilî Brîtanyayê, di lîsteya rêxistinên terorîst ên hemî welatên Rojavayî de ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye