REWŞA LUBNANÊ LI AMERÎKAYÊ TÊ GOTUBÊJKIRIN

Berpirsekî Amerîka eşkere kir ku budceya Arêşa Lubnanê pir kêm e û daxwaz kir ku Artêş bê xurtkirin, daku dest bigire bi ser çekên Hizbulahê de û bi tenê çekên giran di destê dewletê de bimînin, daku ewlehiya Israîlê jî bê parastin. Wî berpirsê Amerîkî got: rayedarên beyrûtê ji şerekî navxweyî ditirsin, lewra pêvajoya bêçek kirina Hizbulahê hatiye paşxistin.

reset font size increase font size

Ev welatekî Rojhilata Navîn e, sînorê vî welatî ji aliyekî ve li ser Deryaya Spî ye, li aliyê din jî bi dirêjahiya 375 Km cîranê Sûriyê ye û 74 Km jî bi Israîl û Filistînê re ye.

Lubnan welateke ku herdem li ser axa wî şer derdikevin, di dîroka vî welatî de û bi taybetî ji dema ku bûye Komar, êrîş nebiriye ser tu welatên din, lê ew bûye qada herî navendî ya şer li Rojhilata Navîn.

BARRACK: BUDCEYA ARTÊŞA LUBNANÊ PIR KÊM E

Herî dawiyê jî berpirsekî Amerîkayê dibêje: Trump ji Lubnanê hez dike, lê sînorek ji sebr û hezkirinê re heye û heger rayedarên Beyrûtê li gor plana Waşingtonê gavan navêjin, wê Trump sebra xwe ji dest bide.

Thomas Barrack balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA li Trikiye, ku di heman demê de nûnerê taybet ê welatê xwe ye ji bo Sûriyê, di hefteya derbasbûyî de serdana Beyrûtê kiribû û bi rayedarên Lubnanê re civiyabû, pişt re vegeriyabû Amerîka û ev yek eşkere kir ku budceya Artêşa Lubnanê pir kêm e û got: "Divê Artêş bê xurtkirin da ku bikaribe dest bigire bi ser çekên Hizbulahê de."

BARRACK: RAYEDARÊN LUBNANÊ JI ŞERÊ NAVXWEYÎ DITIRSIN

Barrack daxuyakirin ku hikûmeta Lubnanê ji şerekî navxweyî ditirse, lewra ew nikare zû bi zû dest bigire bi ser çekên Hizbulahê de.
Her wiha gelek metirsî ji aliyê Israîlê, Îran û Sûriye li ser Lubnanê hene, nûnerê Amerîka dibêje heger Lubnan lezê neke û vê derfetê jidest bide, dibe ku Sûriye gavan bavêje û careke din Lubnan bibe parçeyek ji axa Şamê.

PIRSA GIRTIYAN BANDOREKE NEYÎNÎ LI TÊKILIYÊN BEYRÛT Û ŞAMÊ DIKE

Gefên Sûriye li ser Lubnanê bi tenê bi desthilatdariya Esed ve nayên girêdan, Serokê demikî yê Sûriyeyê Ehmed El-Şara ji şandeke Lubnanî re gotibû sebra Şamê li hember Beyrûtê bidawî hatiye û heger girtiyên Sûrî yên di girtîgehên Lubnanê de neyên berdan, dê Sûriyê li dijî Lubnanê gavan bavêje.

 Li aliyekî nûnerê Amerîkayê û li aliyê din Ehmed El-Şara behsa nêzîkbûna bidawîhatina sebra xwe li hember Lubnanê dikin, rayedarên Beyrûtê jî bi sebreke dirêj dixwazin pirsên xwe yên hundirîn çareser bikin. 

Ev welat di navbera du agiran de ye, heger xwe ji ber agirê navxwe biparêze, agirê derve bi ser wî de dibare.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24