NY: ME 625 HEZAR DOLAR JI MEXDÛRÊN ŞEWATA LAZIQIYÊ RE TERXAN KIRIYE

Neteweyên Yekbûyî 625 hezar dolar, ji bo kesên ku ji şewata Sûriyê ya li Laziqiyê bi bandor bûne terxan kiriye.

reset font size increase font size

Kordînatorê Alîkariyên Mirovî yê  NY Adam Abdelmoula, roja pêncşemê ragihand ku 625 hezar dolar ji bo kesên ku ji şewata Laziqiyê bandor bûne, terxan kiriye. 

Abdelmoula da zanîn ku ev fon dê bihêle hevkarên mirovî di serî de Heyva Sor, alîkariya lezgîn bide mexdûrên şewatê.

Şewatên daristanan ên li Lazkiyeyê ji ber bayên bihêz berdewam dikin, tevî ku tîmên agirkujiyê hewldanên xwe yên bêwestan ji bo kontrolkirina agir didomînin.

Roja sêşemê, Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê Enes Xetab di daxuyaniyekê de ragihand ku hejmarek kesên gumanbar ku tevlî şewatan bûne hatine girtin.

Parêzgerê Latkiyê Mihemed Osman ragihand ku ji 3ê Tîrmehê ve zêdetirî 14 hezar donim erdên çandinî û daristanî şewitîne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24