LI SÎSTAN Û BELÛÇISTANÊ 4 KES HATIN KUŞTIN

Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya dikeve başûrê rojhilatê Îranê, di pevçûna di navbera hêzên hikûmetê û komeke çekdar de 4 kes hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

reset font size increase font size

Li ser Ajansa Tasnîmê ya Îranê çavkaniyên Ewlehî di derbarê pevçûnê de daxyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, hat ragihandin ku li bajarê Çabaharê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, pevçûn di navbera hêzên hikûmetê û komeke çekdar de derket.

Di pevçûnê de, kesek ji koma çekdar hate kuştin û kesek jî birîndar bû, ji hêzên hikûmetê jî, 3 polîs hatine kuştin û polîsek birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî pevçûnê, endamên koma çekdar ji cihê pevçûnê reviyane lê hêzên ewlehiyê ew şopandine û ew dorpêç kirine.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24