Artêşa Îsraîêlê, îro, di saetên sibehê de, bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li paytexta Lubnanê Beyrûtê navendên Hizbullahê bombebaran kirine.
Her wiha diyar kir ku dê "Operasyonên xwe yên leşkerî li dijî alîgirên Îranê bidomîne."
Artêşê, destnîşan kir ku ew navendên fermandariyê yên Hizbullahê yên li Beyrûtê û depoyên çekan dikin hedef.
Medyayên lubnanî, eşkere ku avahiya televizyona `El Menar` a dikeve başûrê Beyrûtê hatiye bombebarankirin û têkildarî ziyanan ti agahiyên fermî nehatine dayîn.