Amerîka: Piştî şerê bi Îranê re, em ê zêdebûna enerjiyê bibînin

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright got ku piştî pevçûna bi Îranê re bi dawî bibe, cîhan dê "zêdebûna enerjiyê, enerjiya erzantir û xetereya kêmtir ji bo leşker û bazirganiya Amerîkayê li Rojhilata Navîn" bibîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright di daxuyaniyên xwe yên ji bo NBC Newsê de, rave kir ku bandora bilindbûna buhaya benzînê li Dewletên Yekbûyî dê "demkurt" be, ji ber ku tê payîn ku bi pêşketina rewşa herêmê re, dê buha kêm bibe.

Gotinên Wright di demekê de hatin ku buhayên Petrolê li seranserî cîhanê, bi berdewamî bilind dibin.

Tengava Hurmuzê, rêya avî ya girîng e, ku nêzîkî 20 ji sedî bazirganiya Petrolê ya cîhanê, tê re derbas dibe.

Êrîşên berdewam ên li ser tankerên keştîvaniyê û astengkirina rêwîtîyê, bandor li ser bazirganiyê kiriye.

Dema ku li ser ewlehiya niha ya Tengavê û bazirganiyê ji Wright hat pirsîn, wî wiha bersiv da: "Na, niha ne ewle ye," û tekez kir ku ji nû ve ewlekirin û vekirina Tengavê yek ji armancên sereke yên bidawîanîna pevçûnê ye.

Ji aliyekî din ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump, fikarên li ser bilindbûna buhayê Sotemeniyê kêm dike.

Trump di pêwendiyeke telefonî de bi NBC'yê re, berê gotibû ku buha "wê dakevin astên ji berê kêmtir".

Serokê Amerîkayê destnîşankiribû ku di bazarên cîhanî de zêdebûneke mezin a Petrol û Gazê heye, lê gotibû ew ê di demeke nêzîk de çareser bibe".

Ev yek di demekê de tê ku alozî li herêmê zêde dibin û bi pevçûna agir û gefên Îranê yên ji bo berdewamkirina girtina Tengavê, pevçûn dikeve hefteya xwe ya sêyemîn.

Ev jî dihêle zexta li ser bazarên enerjiya cîhanî zêde bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye