Hişyariya bilindbûna asta çemê Firatê hat dayîn

Gerînendeyê Giştî yê Saziya Giştî ya Bendava Firatê, hemwextî bilindbûna asta ava çemê Firatê, hişyarî da xelkê parêzgehên Reqa û Dêra Zorê ji nêzbûna çemê Feratê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gerînendeyê Giştî yê Saziya Giştî ya Bendava Firatê Heysem Bekor bi rêya medyaya dîjîtal hemwextî zêdebûna asta avê ya ji Bendava Kedîran a ji çend rojan ve diherike, hişyarî da xelkê parêzgehên Reqa û Dêrazorê ku ji çemê Firatê nêzîk nebin.
Bekor da zanîn ku tê texmînkirin ku mîqdara ava ku ji Bendava Kedîran diherike, di sêşema bê de bigihîne hezar û 200 metredam di çirkeyê de û wê heta 15’ê cotmehê dewam bike.
Bekor bang li şêniyan kir ku ji çemê Firatê bi dûr bikevin, wê asta ava çem bilind bibe û bi lez biherike.
Saziya Giştî ya Bendava Firatê di 15’ê îlonê de ragihandibû ku deriyê 6’an a bendavê vekiribû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye