Ajansa Reutersê nameyeke veşartî belav kir ku roja pêncşemê ji Wezareta Karên Hundir a Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re hatiye şandin.
Di nameyê de, çekdarên biyanî nivîsandine: "Me hêviya ji bo pêşerojeke azad û dadperwer ji bo Sûriyeyê parve kir. Lê ji bo me, koçberan rewşa me hîn jî ne diyar e. Em ji serokatiya Sûriyeyê dixwazin, bi rêzdarî, aqilmendî, pêşbînî û biratiyê, hemwelatîbûna Sûriyeyê ya tam û mafê xwedîbûna pasporta Sûriyeyê bidin me."
Kesê ku ev name li ser navê cîhadîstên biyanî şandiye Bilal Ebdul Kerîm e, komedyenekî Amerîkî ye, ji sala 2012an ve li Sûriyeyê di nav komên cîhadîst û bi taybetî di nav HTŞ`ê de cihê xwe digire û xwe wek nûçegihanekî serbixwe dide naskirin.