Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû rewşa xerab a li Xezeyê înkar dike.
Albanese got ku Awistralya wê meha bê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, dewletek Filistînî nas bike, gavek ku piştî daxuyaniyên wekhev ên ji Fransa, Brîtanya û Kanadayê zexta navneteweyî li ser Îsraîlê zêde dike.
Biryara Awistralyayê ya naskirina dewleteke Filistînî bi şertê sozên ku ji Desthilata Filistînê wergirtiye ve girêdayî ye, ew jî Hemas tu rola wê di dewleta Filistînî de tune be.
Li Xezeyê ji ber birçîbûnê 100 zarokî jiyana xwe ji dest dan
Ji aliyê din ve jî Karbidestên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî ji bo Xezeyê banga kiryarên lezgîn kirin.
Ev yek piştî ku rayedarên tenduristiyê li Xezeyê ragihandin ku ji destpêka şer di Cotmeha 2023'an de, zêdetirî 100 zarok ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha Bernameya Xwarinê ya Cîhanî destnîşan kir ku zêdetirî 300 hezar zarokî jiyana wan di xetereyek cidî de ne.
Hamas li Qahîreyê pêşniyara bidawîanîna şer nîqaş dike
Ji bo rewestandina şerê li Xezeyê û çareserkirina pirsgirêkên mirovî hewildanên dîplomatîk jî bi awayekî hemwext dewam dikin.
Şandeyeke Hemasê bi serokatiya Xelîl el-Heyya ji bo nîqaşkirina pêşniyara nû ya Misir-Qeterê, ji bo rawestandina şerê li Xezeyê duh çû Qahîreyê.
Wezîrê Karê Derve yê Misrê Bedr Ebdul Aatî li ser serdana şandeya Hemasê tekez kir ku derfeta peymanek berfireh û lihevkirineke giştî ji bo dawîanîna şer heye.
Tê payîn şandeya Hamasê li Qahîreyê wê mijarên; bêdengkirina çekên Hemasê, devjêberdana Hamasê ji bo kontrola li ser tevahî Xezeyê û berdana girtiyên Îsraîlî n were nîqaşkirin.
Ev yek di berdêla bidawîanîna bi tevahiya şer û destpêkirina ji nû ve avakirina Xezeyê de ye.