Komeke çekdaran ku nehat zanîn kî ne, duh êvarê gule li fermandarê Tabûra 62'yan a girêdayî, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Rimûd El Izo reşandin.
Hate ragihandin ku koma çekdar li motorsîklêtê bû, gule li fermandarê tabûrê reşandin û reviyan.
Her wiha hate diyarkirin ku êrîş li bajarokê Şerîayê yê Sehil El Xab ê Hemayê pêh hat.
Li gorî agahiyan rewşa Rimûd El Izo yê birîndar bibû nebaşe.
Beriya çend rojan li bajarê Ceremana yê Şamê di encama êrîşekê de xebatkarekî Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz hatibû kuştin.