Serokkomarê Libnanê ev agahî da û diyar kir ku civîna yekem a di navbera aliyan roja Sêşemê li Wezareta Derve a Amerîkayê pêk were.
Li gorî jêderê, hevdîtin dê li ser misogerkirina agirbestê û destnîşankirina bernameyekê ji bo danûstandinên Libnan-Îsraîlê bisekinin.
Erêkirina "danûstandinên rasterast" ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve pêvajo lezand.
Lê belê, Îsraîl li dijî têkiliya bi Hizbullahê re ye û red dike ku bi vê komê re li ser agirbestê danûstandinan bike.
Tevî peymana agirbestê jî Îsraîlê êrîşên xwe yên li dijî Hizbullahê bi hinceta ku Libnan di peymanê de cih nagire, zêde kiriye,.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, ragihand ku di êrîşên roja Çarşemê de 357 kes hatine kuştin û hezar û 223 kes jî birîndar bûne.
Di êrîşên Îsraîlê yên ji 2’yê Adarê û vir ve gihîştiye hezar û 953'an.
Dibe ku ev hejmar zêdetir bibe ji ber ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di bin kavilan de hîn jî berdewam dikin.