General Dagvin Anderson, fermandarê Fermandariya Amerîka li Afrîkayê bi daxuyaniyek ji Al-Arabiya re ragihand ku wan duh, li Eyaleta Sokoto li Nîjeryayê li dijî çeteyên DAIŞ`ê êrîşên hewayî pêk anîn.
General Dagvin Anderson da zanîn ku armanca wan parastina Amerîkiyan û astengkirina çalakiyên rêxistinên tundrew ên li her deverê tên dîtin.
Her wiha Serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyaniyekê li ser Truth Socialê jî îro eşkere kir ku li ser daxwaza hikûmeta Nîjeryayê, hêzên Amerîkayê li bakurê rojavayê Nîjeryayê li dijî DAIŞ`ê operasyoneke mezin pêk anîne.
Trump anî ziman ku îşev, bi fermana wî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li bakurê rojavayê Nîjeryayê êrîşeke bihêz pêk anî.
Serokê Amerîkayê îdia kir ku çeteyên DAIŞ`ê Xiristiyanên bêguneh, dikuştin.
Trump got ku wî beriya niha ev çeteyên DAIŞ`ê hişyar kiribû ku ger ew dest ji qirkirina Xiristiyanan bernedin, ew ê bedelên giran bidin û îşev jî wisa bû.
Di heman demê de, rayedarekî Amerîkî got ku êrîşa li Nîjeryayê li ser daxwaza rayedarên paytexta Nîjerya Abujayê pêk hatiye.