Îsraîl li Libnanê leşkerekî Îranê kuşt

Artêşa Îsraîlê endamekî Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê li Libnanê kuşt.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan endamê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê Husên Mehmûd Morşed Cewherî, di êrîşeke ku li herêma Nasiriye ya başûrê Libnanê pêk hatiye de hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, Husên Mehmûd Morşed Cewherî di salên dawî de di plankirin û pêkanîna operasyonên li dijî Îsraîlê de li eniyên Sûriye û Libnanê rolek lîstiye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku operasyon armanca wê "bêbandorkirina çalakvanekî sereke" di yekîneya operasyonên Hêza Quds de ye.

Di daxuyaniyê de, Husên Mehmûd Morşed Cewherî wekî "terorîstekî payebilind" hat binavkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye