Wezareta Karên Derve û Penaberan a hikumeta Veguhêz ya Sûriyê daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Komara Kolombiya ya 10`ê tebaxa 2026`an a girêdayî mijara naskirina serweriya Îsraîlê li ser Colanê şermezar kir.
Wezaretê da zanîn ku Colan beşeke ji xaka Sûriyê ye, daxuyaniya hikumeta Kolombiya li dijî peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) û daxuyaniyên sekreterê wê yê giştî ye.
Wezaret êrîş û derbasbûna Îsraîlê bo nav xaka Sûriyê red kir û daxwaz ji dewlet û rêxistinên navneteweyî kir ku li rêzê li qanûna navneteweyî û biryarên NY`yê bigirin û berpirsyariya xwe pêk bînin.