TRUMP: DIVÊ PASDARÊN ŞOREŞÊ ÇEKÊN XWE DEYNIN AN ÊN WERIN KUŞTIN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkyê Donald Trump, êrîşa li ser Îranê girte ser xwe û tekez kir ku ev êrîş ji bo parastina Amerîkiyan e.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump çend kêliyan berê daxuyaniyeke zindî da.

 Donlad Trump, tekez kir ku ew ê êrîş li ser Îranê dewam bikin.

 Trump, di daxuyaniyê de ji gelên Îranê re got:

 "Îşev şeva azadiya we ye. Di malên xwe de bimînin ji ber ku em ê her derê armanc bigirin."

 Trump, ji Pasdarên Şoreşê yên Îranê  re jî got:

"Çekên xwe radest bikin an jî hûn ê werin kuştin."

 Trump, di nav axaftinên xwe de tekez kir ku Îran welatê herî mezin ê ku terorê dihewîne ye. 

 Di heman demê de destnîşan kir ku ew ê hemû mûşekên wan birûxînin û ew ê nehêlin ku Îran bibe xwedî çekên nukleerî.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye