Donald Trump: Têkiliyên me bi Îranê re hene

Rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de bi şerê daxuyaniyan gur dibe. Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ragihand ku li pişt perdeyê têkiliyên wan bi Îranê re hene.Bi gotina Trump, Îran di rewşeke mirinê de ye û ji bo wê êdî dem dema hildana ala spî ya teslîmbûnê ye.Berdevkê Supaya Pasdarên Îranê jî bersiva vê gotinê da û got ku kabûsên têkçûn û bêhêvîtiya şer Trump êşandiye,divê êdî şiyar bibe û têkçûna xwe qebûl bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de bi Fox News re behsa dan û standinên bi Îranê re kir.

Donald Trump eşkere kir ku li pişt pardeyê têkiliyên wan bi Îranê re heye û berpirsên Amerîkî "rasterast" bi berpirsên Supaya Pasdarên Îranê diaxivin.

Donald Trump: Divê Îran ala spî ya teslîmbûnê bilind bike 

Trump anî ziman ku divê Îran ala spî ya teslîmbûnê bilind bike û got:

Ew lîstikvanên pokerê yên baş in, lê ew tên kuştin.

Ev gotina Trump bi wateya ku çendîn Îran di lîstikê û fen û fûtan de jêhatî bin jî, êdî sûda wê nemaye.

"Heger Îran li pêşiya pilanên me bibe asteng em ê wê serûbin bikin"

Di heman hevpeyvînê de, Trump gef li welatê Umanê ku wekî navbeynkarê herêmî tê naskirin kir.

Wî got heke Oman li pêşiya planên Amerîkayê yên ji bo Tengava Hurmuzê bibe asteng, ew ê Umanê serûbin bikin.

Donald Trump di peyamekê de li ser platforma medyaya civakî ya Truth Social, jî teqez kir ku pêşîgirtina li Îranê ji bidestxistina çeka nukleerî armanca wî ya yekeme û her dem wê bimîne.

Hisên Muhibî: Di navbera me û Amerîka de tu têkilî tune ye

Di bersiva daxuyaniyên Trump de, Berdevkê Supaya Pasdarên Îranê Hisên Muhibî jî eşkere kir ku di navbera rayedarên Supaya Pasdarên Îranê û Amerîkiyan de ti danûstandin nayên kirin.

Muhibî daxuyaniyên Trump wekî "xeyal û kabûs" bi nav kir û got:

Hisên Muhibî: Divê Amerîka şertên me û têkçûna xwe qebûl bike

Ev derewa Trump tenê xeyaleke.

Kabûsên ku ji ber têkçûn û bêhêvîtiyê di şer de çêbûne, ew êşandiye."

Bi van daxuyaniyan, Trump hewl dide ku bi demkî bihayê petrol û enerjiyê li cîhanê kontrol bike.

Lê tenê rêyek rastîn a pêşveçûnê heye, ew jî divê Amerîka şertên me û têkçûna xwe qebûl bike.

Her ku zûtir têkçûnê qebûl bike û li gorî wê biryaran bide, ew ê welatê xwe ji windahiyên mezintir rizgar bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye