Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî : Lêkolînên bûyera "Flydubai" eşkere kir ku alîkarê pîlot hewla çalakiyeke terorî kiriye

Serdozgeriya Giştî ya Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî ragihand ku alîkarê pîlotê balafira Flydubai ya ber bi Tel Avîvê ve difirî, êrişî pîlotê sereke kiriye û hewl daye balafirê bixîne. Ev bûyer wekî "hewldana terorî" hate pênasekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serdozgerê Giştî yê Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, Hamad Saif al-Shamsi, diyar kir ku lêkolînên li ser geşta FZ1073 nîşan didin ku alîkarê pîlot dest bi cîbicîkirina planeke terorî kiriye.

Gumanbarê bi navê Hamam al-Hammami ku hemwelatiyê Omanê ye, di kabînê de bi fasa hewarçûnê êrişî pîlotê sereke kiriye da ku balafirê bixîne xwarê. Hate ragihandin ku ev kes berê ji ber ramanên xwe yên radîkal, ji aliyê desthilatdariya Omanê ve ji firînê hatibû qedexekirin.

Bi destwerdana rêwî û endamên tîmê, alîkarê pîlot hate bêbandorkirin. Paşê, balafir bi alîkariya pîlotekî yedek li Erebistana Siûdî daxist. Gumanbar hat girtin û radestî Îmaratê hate kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye