Ermenistan û Azerbaycanê cara yekem li hev rûniştin

Nûnerên du welatên dijmin, Ermenistan û Azerbaycanê li hev civiyan Mijarên civînê aştîya herêmî û korîdora rêye destekê ji Amerîkayê digire.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sekreterê Konseya Ewlekarîyê ya Ermenistanê Armen Grigoryan û şêwirmendê polîtkaya derve ya Azerbaycanê Hikmet Hajiyev cara yekem rasterast li hev rûniştin.

Di civînê de plana aştiyê û koorîdora nû ya Amerîka piştgiriya wê dike hat nîqaş kirin.

Her duyan diyarkir ku êdî ew ê ji pêvajoya aştiyê ya di sala 2020´an de hatibû ragihandin, venegerin. 

Proseya aştiyê bi piştgiriya YE û navbeynkariya Amerîkayê dest pê kiribû. 

Armanca muzakereyên herdu alîyan aştî û entegrasyona herêmî ye. 

Ermenistan û Azerbaycan du komarên berê yê Yekitîya Sovyetê ne.

Piştî hilweşîna Sovyetê, her du welat ketin bin bandora Rûsyaya Federal.

Têkiliyên Rûsya û Ermenistanê bi dûv Şerê Qerabaxa Çîyayî re xera bûn.

Azerbaycan bi desteka Tirkîyeyê ev herêma di bin kontrola Ermenistanê de dagir kir.

150 hezar ermenî neçar man terka herêmê bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye