YE’yê cezayên li ser Îranê dirêj kirin

Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dema tedbîrên sînordar ên li dijî binpêkirinên giran ên mafên mirovan li Îranê, heta 13'ê Nîsana 2027'an hat dirêjkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku di lîsteya nûkirî de bi giştî 262 kes û 53 sazî cih digirin.

 

Hat destnîşankirin ku cezayên navborî, qedexeya geştê û cemidandina mal û milkan li xwe digire.

 

Her wiha hinardekirina amûrên ku ji bo zextên navxweyî û teknolojiyên ji bo şopandina peywendiyan ango telekomunîkasyonê têne bikaranîn jî, di çarçoveya qedexeyan de ne.

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku, ji bo hemwelatî û şirîkên YE’yê qedexe ye ku çavkaniyên darayî bidin kes û saziyên ku di lîsteyê de ne.

 

Di pêvajoya nirxandina cezayan de, kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji lîsteyê hatine derxistin.

 

YE’yê ji ber binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên li Îranê, cezayên yekem di sala 2011’an de xistibûn pratîkê û ji wê dîrokê ve her sal van tedbîran dirêj dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye