Trump li ser tora xwe ya civakî diyar kir ku Leavitt (28) ku kesa herî ciwan e di dîroka DYA'yê de ev wezîfe girtiye ser xwe, dê piştî veqetîna ji Qesra Spî, wekî "şêwirmenda herî jor a derve" û dengekî bihêz di nava Partiya Komarparêz de xebatên xwe bidomîne.
Leavitt, ku di meha gulanê de zaroka xwe ya duyemîn anîbû dinê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji ber daxwazên giran ên vê pênaseyê, ew nikare di heman demê de bibe "dayika herî baş" ji bo du zarokên xwe yên piçûk û lewma ev biryar daye.
Heta niha nehatiye eşkere kirin ku dê kî bibe şûngira wê.