Li eyaleta Texas a Amerîkayê helîkoptereke serbazî ket xwarê. Helîkoptereke şer a ji corê "Apache" ku li baregeha Fort Hood bi cih bibû, li herêma Salado rû bi rûyê rûdanê bû. Fermandariya baregeha Fort Hood bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku di vê rûdanê de du leşker hatine kuştin.
Li gorî nûçeya tora CNNê, helîkopter li nav zeviyekê ketiye û pişt re agir pê ket. Ji ber vê yekê şewat derketiye û tîmên hawarçûnê berê xwe dan cihê bûyerê. Berpirsên leşkerî diyar kirin ku nasnameya leşkeran piştî 24 saetan û piştî agahdarkirina malbatên wan dê were eşkere kirin.
Heta niha sedema ketina helîkopterê nehatiye zanîn û lêkolîn li ser rûdanê berdewam dikin. Ev bûyer piştî nêzî du mehan ji ketina balafireke bomberasbêj a ji corê "B-52" li California tê, ku di wê rûdanê de jî 8 kes canê xwe ji dest dabû.