Eyal Zamîr planên dagirkirina bajarê Xezeyê pesend kir

Artêşa Îsraîlê planeke ji bo qonaxa bê ya şerê li Xezeyê ragihand. Li hember vê planê jî, li Îsraîlê xwepêşandan pêk hat. Her wiha çekdarên Filistînî ji bo zextê li ser Netanyahu bikin, plana veguhestina cihên dîlgirtiyan xistine rojevê. Li aliyê din jî, nûnerên Misr û Qeterê ji bo agirbesta li Xezeyê û berdana girtiyên Îsraîlî, pêşinyareke nû pêşkêşî Hemasê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî ku Hikûmeta Netenyahû dagirkirina tevahiya Xezeyê ragihand.

 

Artêşa Îsraîlê ji bo pêkanîna vê planê kete nava tevgerê.

 

Artêşa Îsraîlê pejirandina planeke ji bo qonaxa bê ya şerê li Xezeyê ragihand.

 

Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamîr duh civînek berfireh bi fermandariya başûr re li dar xist, pêkanîna planên dagirkirina bajarê Xezeyê pesend kir û got: “Em ê Hemasê tune bikin.”

 

Li Îsraîlê ji bo berdana girtiyên li xezeyê xwepêşandan çêbûn

 

 

Li hember vê planê jî, li Îsraîlê ji duh ve xwepêşandan û girtina rêyan dest pê kirin.

 

Li gorî organîzatorên ji malbatên girtiyan û Meclisa Cotmehê,  xwepêşandan armanc dike zextê li hikûmetê bike, da ku pêşî li berfirehkirina şerê Xezeyê bigire û girtiyan bi lez vegerîne.

 

Foruma Malbatên Girtiyên Îsraîlî jî diyar kirin ku nêzîkî 500 hezar kes li Meydana Girtiyan a Tel Avîvê kom bûn û ji bo berdana girtiyên li Xezeyê daxwaza rêkeftinekê kirin.

 

Çekdarên Filistînî plan dikin ku cihên dilgirtiyan bigûherînin

 

 

Her wiha li gorî rojnameya Şerq El-Ewset, çend aliyên çekdar ên Filistînî li ser plana vegûhestina girtiyên Îsraîlî ji bo Xezeyê dixebitin.

 

Armanca planê ew e ku zextê li ser Îsraîlê bike û çarenûsa hin dîlgirtiyên zindî bi biryarên hikûmeta Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu ve, girê bide.

 

 

Misir û Qeter ji bo agirbestê planeke nû pêşkêşî Hemasê kir

 

 

Ji aliyê xwe ve jî, nûnerên Misir û Qeterê bi amadebûna serokên çend aliyên Filistînî, ji bo careke din danûstandin dest pê bikin, pêşniyareke nû ji Hemasê re ragihandin.

 

Armanca danûstandinan ew e ku agirbest li Xezeyê pêk bê û dîlgirtiyên Îsraîlê werin berdan.

 

Rêberên Fraksiyonan ji Hemasê xwestine bersiveke lezgîn ji bo pêşniyarê wan amade bike.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24