Piştî rawestandina şer, gelek rapor derketin ku Îranê di êrîşên xwe yên li dijî Amerîkayê de, çekên Çînê bi kar anîne.
Rojnameya Financial Times ragihand ku Îranê bi dizî Heyveke sîxurî ya Çînî bi kar aniye ku di dema şer de şiyana nû daye Tehranê da ku karibe baregehên leşkerî yên Amerîkî li seranserê Rojhilata Navîn hedef bigire.
Di raporeke ku behsa belgeyên leşkerî yên Îranê derketî dike, eşkere kir ku Hêza Azmanî ya Pasdarên Îranê ji Çînê Heyva Sîxurî ya bi navê TEE-01B di dawiya sala 2024`an de, piştî şandina wê bo fezayê, ji Çînê bi dest xistiye.
Ev Heyva Sîxurî ji hêla pargîdaniya Çînî Earth i ve hatiye çêkirin û şandin.
Li gorî koordînatên dîrokî, wêneyên Heyvê û analîza orbitê, rojnameyê ragihand ku fermandarên leşkerî yên Îranê, Heyv ji bo şopandina cihên sereke yên leşkerî yên Amerîkî bi rê ve birine.
Rojnameyê destnîşan kir ku wêne di Adarê de hatine kişandin, hem berî û hem jî piştî êrîşên bi dron û mûşekan li dijî wan cihan.
Ji Qesra Spî, Ajansa Îstîxbarata Navendî CIA, Wezareta Şer, Wezaretên Karên Derve û Parastinê yên Çînê, Earth i, yan Empusa - şîrketek li Pekînê ye ku karûbarên kontrolkirina Heyvê ti dauxyanî li ser mijarê nedane.
Di raporê de, hat destnîşankirin ku wekî beşeke ji peymanê, Pasdarên Şoreşê gihîştina stasyonên bejayî yên bazirganî yên ku ji hêla Empusa ve têne xebitandin bi dest xistin.
Financial Times: Girtina wêneyan û êrîşên Îranê hevdem bûn
Li gorî jêderê, ragihand ku Heyv di 13, 14 û 15'ê Adarê de wêneyên Baregeha Hewayî ya Prens Sultan li Erebistana Siûdî girtiye.
Di 14ê Adarê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku balafirên Amerîkî yên li baregehê rastî êrîşan hatine.
Di raporê de, her wiha hat destnîşankirin ku Heyv Baregeha Hewayî ya Muwaffaq Salti li Urdunê, cihên nêzîkî baregeha Flota Pêncemîn a Amerîkayê li Behreyn û Balafirgeha Erbilê jî şopand.
Ev êrîşên ku ji hêla Pasdarên Şoreşê ve li dijî tesîsên li wan herêman hatine îdîakirin re, hevdem bûn.