Trump: Ez li ser dirêjkirina agirbesta bi Îranê re nafikirim

Piştî hevdîtinên li Îslamabadê, çareserkirina aloziyê bi riya aşîtiyê nexuyaye. Serokê Amerîkayê Donald Trump, got ku ew dirêjkirina agirbesta bi Îranê re nafikire. Donald Trump, diyar kir ku dibe di van her du rojên bê de, Amerîka û Îranê careke din li hev bicivin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî bê encama hevdîtinên li Îslamabadê yên di navbera Amerîka û Îranê de, hîn jî zimanê şer li dar e.

Serokê Amerîkayê, ji rojnamevanê ABC News Jonathan Carle re besha agirbesta bi Îranê kir û wiha got:

"Ez nafikirim ku agirbesta bi Îranê re dirêj bikim, Dibe ku bi her awayî bi dawî bibe, lê ez difikirim ku gihîştina rêkeftinekê tiştê çêtirîn e, ji ber ku ew ê wan bihêle ku xwe ji nû ve ava bikin."

Trump: Dibe dan û standinên bi Îranê re di van 2 rojên bê de be

Di heman demê de di hevpeyvînekê de ligel rojnameya New York Post, Trump got ku danûstandinên bi Îranê re "dibe ku di van 2 rojên bê de" li Pakistanê werin lidarxistin.

Vê carê jî para NATO`yê di daxuayniyên Trump de hebûn.

Trump diyar kir ku NATO bi me re nebû û ew ê di pêşerojê de jî bi me re nebin.

"Diyarkirina dema rawestandina dewlemendkirina uranyûmê biyareke siyasî ye"

Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî Rafael Grossi, der barê rêkeftinan de, daxuyaniyek da.

Rafael Grossi, diyar kir ku biryara diyarkirina dema rawestandina dewlemendkirina Uranyûmê ku Îran divê li gorî her rêkeftinekê bi Amerîkayê re pabendî wê be, biryareke siyasî ye.

Di 11'ê vê mehê de, Amerîka û Îranê li Îslamabadê hevdîtin kirin, lê her alî negihaştin rêkeftinê.

Ji ber nakokiyên ku di nav wan de dirêjahiya dema rawestandina dewlemendkirina uranyûmê jî hebû ku Amerîka û Rojava dibêjin dê ji bo çêkirina çekan were bikaranîn.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye