Ûkrayna êrîşî Rûsya kir, ji aliyê xweve jî Rûsya berdiv da êrîşan.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan sê keştîyên ku ji bo veguhestina barhilgirên leşkerî yên Ûkraynayê dihatin bikaranîn li Deryaya Reş, hedef girtin.
'Rûsyayê navendên lojîstîk û dabînkirinê li Kîevê bombebaran kirin'
Wezaretê bi postekê li ser Telegramê diyar kir ku Rûsyayê navendên lojîstîk û dabînkirinê li Kîev û derdora wê bombebaran kir û da zanîn ku ev navend ji bo armancên leşkerî têne bikar anîn.
Her wiha Hêza Asmanî ya Ûkraynayê di raporekê de eşkere kir ku hêzên Rûsyayê 115 dron û 28 mûşekên bi hêz û balîstîk, avêtiye Ûkraynayê.
Hêza Asmanî ya Ûkraynayê twkez kir ku pergalên wê yên parastinê 89 dronên Rûsya anîne xwarê.
Zelensky: Êrîşên Rûsyayê bûn sedema mirina 17 kesan
Ji aliyê xweve, Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky got ku di encamê êrîşên asmanê ên Rûsyayê yên li ser Kîev û derdora wê de, 44 kes birîndar kirin 17 kesên din jî kuştin.
Zelensky got:
"Ew êrîşeke mezin bû têde 24 mûşekên balîstîk, 4 mûşekên Zircon/Onyx û 115 dron jî hatin bikaranîn."
Rûsya: Me 475 dronên Ûkraynî li ser axa xwe anîne xwarê
Ji aliyekî din ve jî, Ûkrayna êrîşî Rûsya kir.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê destnîşan kir ku wan di şevê de 475 dronên Ûkraynayê li ser axa Rûsya, Deryaya Reş û Deryaya Azovê xistine xwarê.
Wezaretê da zanîn ku hêzên wan di êrîşên xwe de navenda veguhastin û lojîstîkê ya Rabin a Ûkraynayê li Brovary bombebaran kirin,
Wezaretê angaş kir ku ew cihê lojistîkê ji bo belavkirina pêkhateyên dronên Ûkraynayê dihat bikar anîn.