Li Fîlîpînê erdhejeke bi hêza 6,3 pileyan rû da

Li deryaya Fîlîpînê erdhejeke bi mezinahiya 6,3 pileyan çêbû. Erdhej li kûrahiya 10 kîlometreyan rû da û piştî bûyerê tu hişyariya tsunamiyê nehat dayîn. Di daxuyaniyên destpêkê de hat ragihandin ku tu zirarên canî yan aborî çênedûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku li deryaya Fîlîpînê erdhejeke bi hêza 6,3 pileyan rû daye.

Li gorî daneyên USGS'ê, navenda vê erdhejê 32 kîlometreyan li başûrê rojavayê herêma Saranganiyê ye ku dikeve başûrê welêt.

Hat destnîşankirin ku erdhej di kûrahiya 10 kîlometreyan de çêbûye.

Piştî lerizînê, berpirsan ragihandin ku tu rîska tsunamiyê tune ye û hişyarî nehatiye dayîn.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine, heta niha di erdhejê de hîn tu xisarên canî yan jî yên aborî nehatine tomarkirin û lêkolînên li ser rewşê berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye