Siûdiyê piştgiriya lihevkirina Bakû û Yerîvanê kir

Wezareta Karên Derve ya Siûdiyê peymana aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de silav kir û got:" Ev peyman destpêkirina qonaxek nû ya têgihîştin, hevkarî û xurtkirina ewlehî û aramiyê li herêma Qafqasyayê ye."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî pesnê rola Amerîkayê di serkêşiya bicihkirina vê rêkeftinê de da û piştgiriya xwe ji bo bidawîanîna pevçûnan û zêdekirina derfetên aştiyê nîşan da.

Erebistana Siûdiyê da xuya kirin ku ew li benda vê rêkeftinê bû ya ku xizmeta berjewendiyên gelên her du welatan û tevahiya herêmê dike.

Bakû û Yêrêvan jî daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û tê de temamkirina lihevkirinê ji bo aştî û normalîzekirina têkiliyan piştrast kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye