CENTCOM: Em neçarin şer li dijî Îranê dest pê bikin

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) banga destpêkirina şerê li dijî Îranê kir û tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna êrîşên hevbeş li gel Îsraîlê û wêrankirina jêrxana stratejîk a Tehranê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) banga destpêkirina şerê li dijî Îranê kir û tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna êrîşên hevbeş li gel Îsraîlê û wêrankirina jêrxana stratejîk a Tehranê kir.

Li gorî raporeke Kanala 13 a Îsraîlê, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper di serdana xwe ya ji bo Tel Avîvê de û di hevdîtina xwe ya li gel Serokerkanê Giştî û fermandarên bilind ên artêşa Îsraîlê de ragihandiye ku dibe ku ti vebijarkeke din li pêşiya Washingtonê nemîne ji bilî destpêkirina şer li dijî Îranê.

Amîral Brad Cooper ragihandiye ku lêdana jêrxana stratejîk a Îranê ku kerta neft, gaz û elektrîkê jî di nav de, dê hevsengiyê biguherîne. Bi gotina Cooper, Tehran bêyî zextêên bi vî rengî yên tund helwestên xwe naguhere.

Her wiha Amîral Brad Cooper bal kişandiye ser wê yekê ku di egera serhildana dubare ya pevçûnan de, dê Amerîka pêwîstî bi hevkarî û pêkanîna êrîşên hevbeş li gel Îsraîlê hebe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye