Lezgin

AMERÎKA JI BO QSDÊ 130 MILYON DOLAR VEQETAND

Wezareta parastinê ya Amerîka 1 Trîlyon dolar weke bûtçeya xwe ya darayî ya sala 2026an eşkere kir. Ji vê butçeyê ji bo QSDê 130 milyon dolar veqetand.

reset font size increase font size

Li gor rayedarên Amerîkayê bûtçeya darayî ya sala 2026an li gor sala borî, taybet ji bo herêma Hint-Pasifik hewildanên Çinê yên şer, ji nûde avakirina parastina pişesaziyê û asta jiyana leşgeran bilind bike hatiye zêdekirin.

Mijara din ya esas di bûtçê de baldikşîne ``Golden Dome (kûbeya zêrîn) for America`` bernameya nû ya parastinê 25 milyar dolar û ji bo avahiya modernizasyona nuklerê jî 60 milyar dolar hatiye veqetandin.

Disa di  belgeyên wezareta parastinê ya DYE (CTEF FY2026) de ji QSDê re jî ji bo tekoşîna li ijî DAÎŞê 130 milyon dolar hatiye veqetandin.

Bûtçeya ji bo QSDê ji bo perwerdeya leşgerî, çekan, xerckirinên lojîstîkê û xortkirina binesaziya leşgerî hatiye diyarkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24