Erebistana Siûdî: Me 21 dron û 3 fuzeyên balîstîk îmha kirin

Baregehên Amerîkî li Kuwet, Behreyn û Erebistana Siûdî ji roja destpêkê ya şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ve li hember dron û mûşekan ranewestiya ne. Li Kuwetê û Erebistana Siûdî ji roja înê ve 35 dron û 17 mûşek hatine xistin. Her wiha li Behrêynê ji destpêka şer ve 78 mûşek û 143 dron hatine ji nav birin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Qada hewayî ya Kuwet, Behreyn û Erebistana Siûdî ji roja destpêkê ya şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê heya niha nesekinîye.

êrîşên Îranê li ser baregehên Amerîkî li Rojhilata Navîn dijwar dibin, dewlet jî bi pergalên parastinê mûşek û dronên Îranê îmha dike.

Bîlançoya dronên ku dixwestin li Taxa Valahî zeviya petrolê ya Şeybe armanc bigirin, gihişte 23'yan.

Brdevkê Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî Turkî el-Malikî ragihand ku li Taxa Vala 15 dronan hatine rûxandin.

Zeviya Şeybe bi qasî 800 km dûrî baregeha Saudi Aramco li Zahranê ye û kapasîteya wê ya hilberîna rojane yek mîlyon bermîl petrola xav e.

El-Malikî got ku şeş dronan hewl dan êrîşî heman zeviyê bikin:

"Du dron li rojhilatê Riyadê û sê mûşekên balîstîk ên ku ber bi Baregeha Hewayî ya Prens Sultan li Parêzgeha El-Xercê (80 kîlometre li başûrê rojhilatê Riyadê) ve dihatin, ji holê hatin rakirin.

Riyad bi tundî êrîşên "eşkere" û "tirsonek" ên Îranê yên li dijî Padîşahiyê şermezar dike.

Riyadê tekez dike ku ev êrîş "bi tu behane yan bi tu awayî nayên rewakirin."

Ev êrîş tevî ku rayedarên Îranê dizanin ku Padîşahiyê piştrast kiriye ku ew ê destûrê nede ku qada wê ya hewayî yan axa wê ji bo armancgirtina Îranê were bikaranîn, pêk hatine.

 

Behrêynê: Ji destpêka şer ve 78 mûşek û 143 balafirên bêpîlot îmha kirine

 

Fermandariya Giştî ya Hêza Parastinê ya Behreynê ragihand ku sîstemên wê yên parastina asmanî  ji roja destpêkê ya êrîşên Îranê ve, wan 78 mûşek û 143 dronên ku welatê wan armanc digirit, ji holê rakirine.

 

Kuweyt: Me 12 drone û 14 mûşekên îranê têk birin

 

Berdevkê fermî yê wezareta Kuwetê Albay Saud El-Etwan, diyar kir ku roja înê hêzên çekdar li navenda welêt 12 dron û li başûr 14 mûşek îmha kirine.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye