Li Rûsyayê hilbijartina parlamentê ya ji bo 3 rojan dest pê kir

Hilbijartina parlamentê ya 3 rojan a ji bo nûkirina Dûma Dewletê ya ji 450 kursiyan a Rûsyayê, li herêmên Rojhilat ên Dûr ên welêt dest pê kir. Dengdana ku roja Înê dest pê kir wê êvara yekşemê biqede.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hilbijartina parlamentê ya 3 rojan a ji bo nûkirina Dûma Dewletê ya ji 450 kursiyan a Rûsyayê, li herêmên Rojhilat ên Dûr ên welêt dest pê kir.

Hilbijartin ji ber ku yekemîn hilbijartina parlamentê ya piştî destpêkirina şerê li Ûkraynayê ye, balê dikişîne. Rûsya wê li hin herêmên Ûkraynayê jî hilbijartinê bike ku dagir û desteser kiriye.

Tê payin ku partiya li desthilatdariyê bi ser bikeve

Tê payin ku partiya serokdewlet Vladimir Putin Rûsya ya Yekbûyî bi rêjeyeke bilind bi ser bikeve. Partî di halê hazir de li Dûma ya ji 450 kursiyan xwedî 310 kursiyan e.

Li gorî anketa saziya lêkolîna raya giştî VTsIOM a dawiya meha tebaxê weşand, Rûsya ya Yekbûyî xwedî piştgiriyeke ji sedî 37`ê dengan e. Partiya Komunîst a di rêza duyemîn de jî xwedî piştgiriya ji sedî 11,6 ê dengan e.

Hilbijartina ku muxalefet tê de nîne

Li Rûsyayê ji destpêka salên 2000'î û vir ve hêzeke rasteqîn a muxalefetê li Dûmayê nayê temsîlkirin. Hilbijartin bi giranî weke ji nû ve piştrastkirina kontrola dewletê tê dîtin.

Hilbijartin her wiha ji ber şerê Ûkraynayê di nava tedbîrên tund ên ewlekariyê de tê kirin.

Êrîşên droneyan ên li ser moskowê

Şeva ku hilbijartinê dest pê kir, hate ragihandin ku parastina hewayî ya Rûsyayê 35 droneyên Ûkraynayê aniye xwarê ku berê wan li Moskowê bû.

Waliyê herêma Tulayê Dmitri Milyayev jî ragihand ku li herêma li başûrê paytextê 40 dron hatin xistin.

Li gel hilbijartinên li Rûsyayê şerê li Ûkraynayê jî dewam dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye