Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî wê biçe Amerîkayê

Berdevkê Hikûmeta Îraqê eşkere kir ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî wê hefteya bê de, wê biçe Amerîkayê û bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî ji Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îraqê (INA) re axivî û da zanîn ku Elî Zeydî wê di çarçoveya serdana xwe de li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biaxive.

Li gorî bernameya serdanê tê plankirin ku Elî Zeydî bi serkirdeyên gelek welatan re jî hevdîtinên dualî pêk bîne.

Ebûdî bal kişand ser dîroka 30`yê îlonê ku ji bo vekişîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya ji Îraqê hatiye diyarkirin û got:

"Ev roj ji bo serweriya Îraqê rojeke gelekî girîng e.

Ji wê rojê û pê ve pêwendiyên di navbera Bexda û Washingtonê de, dê veguherin hevahengiyeke aborî ya demdirêj."

Elî Zeydî 14`ê tîrmehê jî li ser vexwendina fermî ya Donald Trump çûbû Amerîkayê û li Koşka Spî bi Trump re civiyabû.

Armanca sereke ya wê serdanê xurtkirina pêwendiyên dualî û berfirehkirina hevahengiyê ya di warên aborî, pêşketin, veberhênan, enerjî û binesaziyê de bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye