Wezîrê Parastinê yê Amerîka: DYA rehmê nîşan nade

Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Pete Hegseth tekez kir ku "Amerîka dê di şer de tu rehmê nîşan nede". Hegseth destnîşan kir ku ew ê zextên xwe li ser Îranê berdewam bikin ta ku bigihêjin armancên xwe. Her wiha got ku ew dizanin ku rêberê bilind ê Îranê yê nû, birîndar e û "ihtîmale rûyê wî hatiye parçekirin".

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî nêzîkî 2 hefteyan ji êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên li ser Îranê, guman li ser jiyana Mucteba Xameneyî ya rêberiyê çêbûye.

 

Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Pete Hegseth di konfranseke rojnamevanî de got:

 

"Em dizanin ku Rêberê bilind ê nû, birîndar e û ihtîmal e rûyê wî hatiye parçekirin. Wî duh daxuyaniyek da. Bi rastî daxuyaniyek qels bû, lê bi deng an vîdyoyê re nehatibû. Ew daxuyaniyek nivîskî bû."

 

Hegseth di dema îfadê de got:

 

"DYA dê di şer de tu rehmê nîşan nede. Em ê berdewam bikin ku zextê bikin û pêşve biçin. Ne efûkirin, ne rehm ji bo dijminê me."

 

Şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û îranê de ku di 28'ê Sibatê de dest pê kiribû, hîn jî dewam dike.

 

Li gorî amaran; di encama şerê 14 rojan de, zêdetirî 2 hezar kes hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar in.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye