Piştî şerê Qerebax yê di navbera Ezerbaycan û Ermenîstanê de rû da rêya tîcarî ya Korîdora Zengesor weke xaleke nakok di navbera aliyan de ma.
Amerîka ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û parastina berjewendiyên xwe li hember Îran û Rûsyayê bi rola navbeynkar radibe.
Di vê çarçoveyê de Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, ragihand ku dê Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, li Qesra Spî bînin gel hev.
Trump anî ziman ku ev ne tenê ji bo Ermenistan û Azerbaycan e, lê belê ji bo tevahiya dinyayê û dê bibe rojeke dîrokî.
Serokê Amerîkayê dest nîşan kir ku ewê peymanê îmze bike, da ku derî li pêş firsendên aboriyî, li herêmên Kafkasyaya Başûr veke.
Korîdora Zengezûr dibe korîdora Trump
Ajansa Associated Pressê (AP) ragihand ku wê navê Korêdora Zengezûr bi boneya navbeynakariya Trump bixin Korîdora Trump ji bo Aştî û Refaha Navneteweyî.
Ev korîdor wê Azerbaycanê bi 32 km, bi xaka Ermenistanê û herêma Nahçivanê re girê bide.
Ajansa Guardian jî da xuya kirin ku ev korîdor wê bibe rêyek transît û di vê korîdorê de xeteke rêhesin, xetên petrol û gazê û xeta fîberê bên çêkirin, ev Korîdor wê destûr bide ku mal û mirov rehet tevbigerin.
Ezerbaycan û Ermenistan bi şertên ku ev korîdor di kontrola şîrketên Amerîkayê de bimîne tên gel hev.
Rayederan balkişandin ku şîrketên taybet, dê pereyên vê korîdorê bidin û korîdorê pêş bixin.
Korîdora Zengezur di sala 1921an de ji aliyê Rusyaya Sovyet ve ji bo Ermenîstanê hate dayîn. Ji wî demê hata şerê dawî yên Ermenîstan û Ezerbeycanê ev korîdor di bin kontrola Ermenîstanê de bû.
Ev korîdor ji ber rola wiya stratejîk a tîcarî her tim ji aliyê Rusya û Îranê ve weke rêyeke qutkirina rêya di navbera Asya û Ewropayê de dihat karanîn.
Piştî têkçûna Ermenîstanê ev rê di Kontroa Rusyayê de jî derket niha Amerîka di vê korîdorê de xwedî gotin e.