Markus: Me bêçekkirina Hizbûllahê pejirand

Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê Paul Markus ragihand ku wan li ser bidawî anîna hebûna çekdarî ya li tevahiya Lubnanê û bê çekkirina Hizbûllahê li hev kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê ragihandinê yê Lubnanê Paul Markus piştî ku civîna Encûmena Wezîran bi dawî bû daxuyaniyek da çapemeniyê.

Markus eşkere kir ku hikûmetê ji bo bicihkirina artêşa Lubnanê li herêmên sînorî erê kiriye û wê bi Îsraîlê re têkevin danûstendinan da ku bi hev re sînorê bejahî diyar bikin.

Wezîrê Ragihandinê da zanîn ku Encûmena Wezîran armancên plana Amerîkayê pesend kiriye û wê artêş li gorî plana komkirina çekan hûrgiliyan gotûbêj bike.

Morkus ji bo dekeritana 5 wezîran ji civîna Encûmena Wezîran got: "5 Wezîr ne ji hikûmetê, tenê ji civînê derketine."

Wezîrê Dadê Adnan Nasar jî ragihand ku prensîba komkirina çekan di yek destî de pesend kiriye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24