Trump: Agirbesta bi Ûkraynayê re di destê Pûtin de ye

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku pêkanîna agirbestekê, di navbera Rûsya û Ûkraynayê de, di destê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtin de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî ku hevdîtina di navbera Steve Wîtkoff û pûtin de pêk hatibû. Tê plankirin ku hevdîtina sê alî yên di navbera Trump,Pûtin û Zelenskî de, bê lidarxistin.

Heta ku Pûtin civîna bi Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî re red bike jî Trump amadeye bi Pûtin re bicive.

Pûtin ji bo hevdîtina bi Zelenskî re jî dibêje:

“Min gelek caran gotiye ku ez ji hevdîtina bi Zelenskî re aciz nabim û ev pêkan e, lê pêdivî bi afirandina hin mercan heye. Mixabin, ev merc bi dest neketiye.”

Serokê Rûsyayê rave kir ku hevdîtina wî ya pêşerojê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bala herdu aliyan kişandiye.

Pûtin ragihand dibe ku Îmaratên Erebî yên Yekbûyî pêşwaziya civîna wî ya plankirî bi Trump re bike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24