Reberê Bilind Ê Îranê Mocteba Xameneyî

Wezareta Derve ya Amrîkayê bi daxuyaniyekî diyar kir ku di derbarê 10 rayedarên payebilind yên Îranê de yên ku agahî bidin dê 10 milyon dolar were dayîn. Di raya giştî de li ser van 10 navan nîqaş berdewam dikin niha em binasin ka ev 10 kes kî ne û DYA çima xelatek evqas mezin ji bo girtina wan diyar kir?

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji aliyekî ve şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê berdewam dike ji aliyên din de jî her dû alî ji bo xilas kirina şer hemleyan dikin. DYA herî dawî ragihand ku di derbarê 10 rayedarên payebilind yê Îranê de yê ku agahî bide dê bi 10 milyon dolarî welat were xelat kirin.

 

Deh kesên ku navê wan hatiye diyar kirin wisa ne:

 

Mojteba Elî Xameneyî di 8'ê Adarê de wek Rêberê Bilind ê Îranê hate destnîşan kirin.

 

Ew kurê duyemîn ê Rêberê Bilind ê berê, Elî Xameneyî ye, ku di destpêka êrîşa Amerîka-Îsraîlê ya li ser Îranê di 28'ê Sibatê de hat kuştin.

 

Her çend wî berê ti postên fermî negirtibû jî, ew di hin navendên biryardanê yên li Îranê de wekî kesayetiyek bi bandor dihat dîtin, ku li pişt perdê kar dikir.

 

Tê texmînkirin ku bandora wî digihêje derdorên di nav Supayî Pasdaran û hin derdorên olî û siyasî.

 

 

Serokê Wekîl Ê Nivîsgeha Rêberê Bilind Elî Hîcazî

 

 

Elî Esxer Mîr Hecazî yek ji kesayetiyên ewlehiyê yên herî girîng di nav derdora Rêberê Bilind de tê hesibandin û ew meqamê serokê wekalet ê nivîsgeha Rêberê Bilind digire.

 

Hecazî ji ber bandora xwe ya berfireh dûrî balkişandinê, bi navê "zilamê siyê" tê naskirin.

 

Ew wekî girêdana sereke û koordînatorê sereke di navbera nivîsgeha Rêberê Bilind û hemî dezgehên ewlehî û îstîxbaratê yên Îranê de tê hesibandin.

 

Berê jî mediyayên Îsraîlî gotibûn ku Hîcazî di encama êrîşeke wan de hatiye kuştin, lê dîsa jî Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê navê wî jî xistiye lîstê.

 

 

Sekreterê Konseya Bilind A Ewlekariya Neteweyî Elî Larîcanî

 

 

Elî Larîcanî niha di nav çerxa siyasî û ewlehiyê ya li dora Rêberê Bilind ê nû de kesê payebilind e û ew posta Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî digire.

 

Larîcanî serokatiya "Odeya Operasyonên Siyasî û Ewlehiyê" dike.

 

Ew stratejiya bersivdayînê ya Îranê di şerê berdewam de birêve dibe.

 

Ew berpirsekî payebilind e ku berê bi danûstandinên xwe yên bi Rojava re dihat nasîn.

 

Ew sê caran li pey hev (2008-2020) Serokê Parlamentoya Îranê bû û çend caran ji bo serokomariya Îranê namzet bû, lê di bidestxistina vê meqamê de bi ser neket.

 

 

Şêwirmendê Leşkerî Yahya Rehîm Sefewî

 

 

Yahya Rehîm Sefavî wekî şêwirmendê sereke yê leşkerî yê Rêberê Bilind tê hesibandin.

 

Ew berpirsiyarê hevrêziya asta bilind di navbera şaxên cûrbecûr ên hêzên çekdar de, wekî artêşa birêkûpêk û Pasdarên Şoreşê û nivîsgeha Rêberê Bilind e.

 

Ew çavdêriya pêşxistina planên sereke yên parastin û êrîşê dike.

 

Sefewî di navbera salên 1997 û 2007an de wekî fermandarê giştî yê Pasdarên Şoreşa Îranê kar kir û wekî ji "pasdarê kevin" û yek ji kesayetiyên herî pêbawer di malbata Xameneyî de tê hesibandin.

 

 

Wezîrê Karên Hundir Îskender Momenî

 

 

Îskender Momeni wek Wezîrê Karên Hundir berpirsê payebilind ê ewlehiya navxweyî ye û berpirsiyarê polîs û hêzên ewlehiya navxweyî ye.

 

Ew berpirsiyarê rêvebirina parêzgehan û kontrolkirina rewşa ewlehiyê ya di nav bajarên Îranê de ye.

 

Ew her wiha serokatiya Lijneya Bilind a Ewlehiyê ya Wezareta Navxweyî dike.

 

 

Wezîrê Îstîxbaratê Îsmaîl El-Xetîb

 

 

Îsmaîl Xetîb wekî berpirsê payebilind ê Wezareta Îstîxbaratê, ku dezgeha ewlehiya sivîl a herî bi hêz a Îranê ye û reqîbê dîrokî yê dezgeha îstîxbaratê ya Pasdarên Şoreşê tê hesibandin.

 

Ew bi têkiliyên xwe yên nêzîk bi ofîsa Rêberê Bilind ê berê Elî Xameneyî re dihat naskirin ku rê li ber wî vekir ku di sala 1980'an de beşdarî damezrandina îstîxbarata Pasdarên Şoreşê bibe.

 

Wî di serdema Serokkomarê berê Îbrahîm Reîsî de ku di 20'ê Gulana 2024'an de di qezayeke helîkopterê de mir, Wezareta Îstîxbaratê girt ser xwe.

 

Piştre ji aliyê Serokkomar Mesûd Pezeşkian ve ji bo heman wezîfeyê hate erkdarkirin.

 

 

 

Sekreterê Konseya Parastinê

 

 

Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xelatek ji bo agahdariya li ser kê ev wezîfe girtiye dest, bêyî ku navekî taybetî diyar bike, behsa kê dê cîyê Elî Şemxanî bigire, kiriye.

 

Elî Şamxanî di 28`ê Sebatê de di encama êrîşên hevbeş yê Îsraîl- Amrîkayê de hate kuştin.

 

Sekreterê Konseya Parastinê di demên şer de berpirsiyarê hevrêzkirina biryaran di navbera Artêşa Îranê û Pasdarên Şoreşê de ye.

 

 

 

Serokê Ofîsa Leşkerî

 

 

Ev meqam roleke rêveberiyê ya îdarî ye, berpirsiyarê kontrolkirina herikîna agahiyên leşkerî bo Rêberê Bilind e.

 

Mihemed Şîrazî bi salan ev post girtibû lê di encama êrîşên herî dawî de yên Amrîka-Îsraîlê da hate kuştin.

 

 

Fermandarê Giştî yê Muhafizên Şoreşê

 

 

Postê Fermandarê Giştî yê Sipaha Pasdarên Şoreşê li Îranê wekî postê leşkerî yê herî bi bandor li ser erdê tê hesibandin.

 

Piştî kuştina Mohammad Pakpour, heta neha Îranê tu kes ji bo vvî postî ranegihandiye.

 

 

Şêwirmendê rêberê bilind

 

 

Meqamê şêwirmendê Rêberê Bilind ne tenê bi kesekî taybetî ve sînordar e, lê belê meqameke serokatiyê ya pilebilind e ku ji komeke teng ji kesayetên leşkerî û ewlehiyê yên bilind re tê dayîn.

 

Ev meqam ji hêla fermandarên berê yên Pasdarên Şoreşê an wezîrên berê ve tê girtin û erkê wan ew e ku li ser mijarên hesas, wek bernameya navokî, mûşek û têkiliyên herêmî, şîretên rasterast bidin Rêberê Bilind.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye